• Tuesday, 17 February 2026
logo

Serok Barzanî salvegera derçûna rojnameya Xebat pîroz kir

Serok Barzanî salvegera derçûna rojnameya Xebat pîroz kir
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Rêzdar Sernivîskar û Rojnamevan û Karmendên Rojnameya Xebat

Silav û rêz...

Bi helkefta 56 saliya bi eşkere derçûna rojnameya Xebat, germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî we dikim.

Îsal di demek da salvegera damezrandina Xebat dikin ku gel û welatê me bi qonaxekî hestiyar da diçe û terorîst şerekî dirindane li ser Kurdistanê da sepandiye, lê belê li sayeya xwîna şehîdan û Pêşmergeyên qehreman ve gelê Kurdistanê bi serbilindiyê li ser dijmin da serketiye û tu bostek ji axa Kurdistanê li bin destê terorîstan da namînê. Rojnameya Xebat wekî ku çawa herdem bi giyanekî Pêşmergane ve dakokîkarekî mafê rewayên gelê me bûye û roleke ber bi çav jî li belavkirina hişyariya neteweyî û binyadnana mirovê Kurd da dîtiye, li vê qonaxê jî da erkê xwe ya bi rêdana giyanê bergirî û nîştîmanperweriyê bi başî dîtiye û wekî kanalekî ragihandinê berpirsiyarane û dilsozane kar kiriye.

Hêvîdarim hemû kanalên ragihandina Kurdistanê girêdayî bingehên pîşeyiyên rojnamevanî û erkê nîştîmanî û parastina yekrêziya gelê me bin.

Destxweşiyê li we dikim û ji bo we hêviya serkeftinên zêdetir dixwazim.

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
04/04/2015

Top