• Tuesday, 17 February 2026
logo

10 Hezar û 445 kes jiber Vîrûsa Ebola mirine

10 Hezar û 445 kes jiber Vîrûsa Ebola mirine
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), raporek li ser amara dawîn ya Şewba Ebola weşand û li gorî raporta WHO, hejmara mirovên bi vîrûsa Ebola ketine 25 hezar 178 e û ji van 10 hezar 445 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Ji ber vîrûsa Ebola ku bi giranî li Lîberya, Sîerra Leone û Gîneyê hat dîtin, 861 nexweş ketin û ji van 495 kes mirin.

Li Gîne 57, li Sîerra Leone jî 25 kesên nû bi nexweşiyê ketine, li Lîberyayê kesek bi vîrûsê neketiye.
Vîrûsa Ebola ku di destpêka sala 2014'an de di ser Gîneyê li Lîberya û Sîera Leone belav bû, herî zêde li Sîerra Leone hat tespîtkirin. Ji sedî 40 ê bûyerên mirinê jî li Lîberyayê rû dan.

Ji ber vîrûsa Ebola ku yekemcar di sala 1976'an de derket holê, heta roja îro, gelek şewb derketin holê, lê belê ti ji van rê li ber ewçend mirina mirovan a mîna ya dawî venekiribûn.

Xendan
Top