Komara Çek firotina çekan bo Kurdistanê pejirand
Wezîrê Derve yê Komara Çek Lubomir Zaoralek destûr da, şirketên wan çek û kelûpelên leşkerî bifroşin Kurdistanê.
Lubomir Zaoralek diyar kir ji bo ku Kurdistan ji welatê wan çekan bikirin bi hemû awaya amadene û dê hemû mercên rêkeftinê pesend bikin.
Zaoralek anî ziman rewşa Iraq, Sûriyê û taybetî jî ya Kurdistanê di metirsiyê de ye û wiha got: “Em parçeyek ji hevpeymaniya navdewletî ne me divê stratejîn baş bên rêvebirin.”
Wezîrê Derve yê Komara Çek wiha domand: “Em hewl didin alîkariya leşkerî ji bo Kurdistanê pêk bînin. Me di vê çarçoveyê de destur da şirketên welatê xwe çek û kelûpelên leşkerî bifroşin Hewlêrê.”
