Civata asayîşa Kurdistanê kuştina terorîstek piştrast kir
Civata asayîşa Kurdistanê derbarê kuştina terorîstekî de daxuyaniyek weşand.
Doh civata asayîşa Kurdistanê bi rêya weşandina daxuyaniyekî ev yek pişt rast kir ku şeva derbasbûyî di seat 8 û 45 deqîqeyan de li taxê Qahêre ya li bajarê Mûsilê de terorîst Mowefeq Esed Eskender hatiye kuştin û du terorîstên din hatine birîndarkirin.
Civata asayîşa Kurdistanê di beşeke din ji daxuyaniya han de eşkere kiriye ku terorîst Mowefeq jibilî çendîn kiriyarên terorîstî hevdem di roja 25.1.2015an de li bajarê Mûsilê Efserekî Kurd yê bi navê Hucam Sûrçî jî bi awayekî hovane şehîd kiribû.
Civata sayîşa Kurdistanê
3.4.2015
