Çavdêrên sînorê Tirkiyê welatiyekî kurd dikujin
Çalkvanekî ji gundewarê Efrînê li Rojavayê Kurdistanê ragihandin ku, welatiyekî kurd bi guleyên çavdêrên sînorê Tirkiyê doh 2 Nîsanê hat kuştin, di dema ku wî hewil dida ku ji gundewarên Efrînê derbasî Bakurê Kurdistanê bibe.
Çalakvan Mihemed Henan ragihand ku “Çavdêrên Sînorên Tirkiya doh gule berdan welatiyê kurd Ebdo Hesen li derdora gundê Bîke ser bi nahiya Bilbi ku dikeve ser sînorê bakur û rojavayê Kurdistanê û tevî ku ew hat veguhaztin ji bo bajarê Kilis yê Bakurê Kurdistanê jî, lê ew şehîd ket piştî ku hewlên nûjdaran fêdenekirin.”
Li gorî yek ji malbata welatî Ebdo Hesen, ew ji gundê Meydankê ser bi nahiya Şera ye,ku dikeve gundewarê Efrînê û dixwest ku sînor derbaske ji bo here bakurê Kurdistanê bi mebesta ku karekî ji xwer peyda bike.
Ji destpêak kirîza Sûriyê çavdêrên sînorê welatê Tirkiyê bêtir ji 20 welatiyên kurdên Rojavayê Kurdistanê ku dixwestin bi qaçaxî derbasî Bakurê Kurdistanê bibin kuştine, herwiha Hikûmeta Tirkiyê deriyên fermî di riwê kurdên Rojavayê Kurdistanê de digre û gelek astengiyan tîne pêşiya welatiyên kurd li ser her du aliyên sînor.
Basnews
