Çekdarên DAIŞê êrişî hêzên Pêşmerge kirin lê rastî bersiva tund a Pêşmerge hatin
Fermandeyê Hêza Yekem a Zêrevaniyê emîd Hacî Xidir ji Rûdawê re got, çekdarên DAIŞê şevêdin derdora saet 9:00 li devera Keskê ya Mûsilê li 5 aliyan ve êrişî çeperên Pêşmerge kirin.
Emîd Hacî Xidir diyar kir ku lê nekarîn xwe li hember Pêşmerge bigirin û di demeke kurt de şikestin.
Li ser kuştî û ziyanên DAIŞê jî wî fermandeyê Pêşmerge got, em baş nizanin lê wisa xuya bû yên ku êriş kiribûn yek jê bi saxî nefilîtîbû, çimkî jibilî Pêşmerge, balafirên şer jî li wan didan.
Devera Keskê dikeve navbera bajarokê Tileferê û bajarê Mûsilê û 20 km dûrî Mûsilê ye.
Rudaw
