• Tuesday, 17 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî li gel Cîgira Konsulusê Swêdê civiya

Mesrûr Barzanî li gel Cîgira Konsulusê Swêdê civiya

Duh Şêwermendê civata ewlekariya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî pêşwaziya Cîgira Konsulusê Swêdê yê li Bexdayê û berpirsa nivîsgeha Konsulusxaneya vê welatî ya li Hewlêrê Xatû Jessica Sandstrom kir.

Di hevdîtinê de behsa rewş û pêşhatin siyasî û ewlekarî yên Îraq û deverê û herwiha şerê dijî terorîstên DIŞIê hate kirin û ev yek hate gotin ku terorîstên DIŞIê weke ne bihêzin û lawaz bûne û niha ew di şûna hewldan bo dagîr kirina cêyên din zêdetir hewil bo parastina xwe didin.

Her derbarê vê mijarê de Mesrûr Barzanî got: Lazime amadekarî bo pêvajoya piştî DIŞIê were kirin û şîniyên wan deveran ku tên azadkirin di birêvebirin û parastina warên xwe de beşdar bin.

Mesrûr Barzanî herwiha eşkere kir ku cerbandinên berê ew yek îsbat kirin ku ev pergal û rêbaza ku niha li Îraqê tê birêvebirin, pergaleke ne çalake û nikariye kêşeyên heyî çareser bike lewre lazime wenêrîn bo tevahiya pergalê were kirin û lazime tevahiya pêkhateyan hest bi hevsengî û beşdariya rastîn di karûbarên welat de bikin.

Di berdewamiya hevdîtina han de behsa rêkeftina vê dawî ya di navbera Hewlêr û Bexdayê û kêşeyên hilwastî yên di navbera her du aliyan de hate kirin û di vê derbarê de Barzanî eşkere kir ku neşandina erzaqê xelk û tikil kirina vê pirsê bi pirsên siyasî karekî nerewaye nabe di warê cîhbicîh kirina erkande weke Îraqî werin nasîn lê di warê mafan de bêpar werin hiştin.

Li hember de jî Jessica Sandstrom eşkere kir ku hevkariyên însanî yên Swêdê di çarçoveya hevpeymaniya cîhanî de bo Penaberên Kurdistanê didomin û got: Şerê dijî DIŞIê li Ewrûpayê bo me dilgiraniya herî serekiye.
Top