Serokê Herêma Kurdistanê 10. Pêşangeha Navdewletiya Pertukan li bajarê Hewlêrê vekir
Ev pêşangeh li bin çavdêriya Serok Barzanî û bi beşdariya zêdetirê 200 sazî û dezgehên çap û bevlavkirinê û navendên rewşenbîrî cîhanî û Erebî û navçeyî û Iraqî û Kurdistanî hate vekirin. Pêşangeh ji aliyê Dezgeha El Meda û bi sponseriya çend kanalekî ragihandinê birêve diçê û zêdetirê 700 hezar navnîşanan pertûk têne pêşandan.
Hêjayî gotinêye her yek ji rêzdaran Firyad Rewandizî Wezîrê Rewşenbîriya Iraqa Federal û Cîgirê Nûnerê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî li Iraq û hejmarekî zêdeyê kesayetiyên siyasiyên Iraqî û Kurdistanî û konsol û nûnerên welatan li Hewlêr û rewşenbîr amadeyê vekirina dehemîn pêşangeha navdewletiya pertûkan bûn.
