• Tuesday, 17 February 2026
logo

Hikûmeta Kurdistanê xizmetguzariyên bingehîn gihandiye devera Zumar

Hikûmeta Kurdistanê xizmetguzariyên bingehîn gihandiye devera Zumar
Birêveberê bajarokê Zumar a ser bi parêzgeha Mûsilê ve ragihand, ku wan daxwaz ji îdareya parêzgeha Duhokê kiriye ku di dabînkirina hevkariyan de alîkariya wan bikin.


Birêveberê nahiye ya Zumarê Muzahim Seidûn di bêjedanekê de ragihand, ku piraniya akinciyên nahiye ya Zumar piştî azad kirina deverê ji aliyê hêzên pêşmerge ve vegeriyane ser mal û warên xwe û xizmetguzariyên bingehîn weke av, kehreba û tendirûstî bo wan hatiye dabînkirin.

Seidûn herwiha ragihand, ku ji aliyê xizmetguzarî û paqij kirinê ve jî nahiye ya Zumar pêywîstiyeke zêde heye û bo evê mebestê jî wan daxwaz ji îdareya parêzgeha Duhokê kiriye ku di evê bareyê de alîkariya îsareya Zumarê bikin.

Top