Welatên erebî gef li Îranê xwarin!
General Ehmed Esîrî di daxuyaniyeke rojnamevaniyê de Îran û Hizbullah bi piştevanîkirin û çekdarkirina milîsên şîe yên Hûsî tohmetbar kir û got, ji ber wê jî eger hêzên îranî û Hizbullahê li wan deverên ku rastî êrişa hêzên hevpeymaniyê tên, bên dîtin tiştên ku tên serê milîsên Hûsî dê werin serê wan jî.
Esîrî da zanîn ku hêzên hevpeymaniya erebî hemû rêyên ku diçin bajarê Edenê yê Yemenê her wiha hinek dever li bakurê welêt dane ber bombeyan.
Li gorî agahiyên wî rayedarê leşkerî, ji bo girtina benderên Yemenê keştiyên şer li nav sînorên avî yên wî welatî de hatine bicîkirin.
Nêzîkî hefteyekê ye hevpeymaniya erebî bi serokatiya Erebistana Siûdî li dijî milîsên şîe yên Hûsî yên Yemenê dest bi operasyonê kirine.
Milîsên Hûsî dest danîne ser paytexta Yemenê, Senia û beşek mezin ji wî welatî û hikûmeta demkî ava kirine.
Rudaw
