• Tuesday, 17 February 2026
logo

Ebadî rizgarkirna Tekrîtê ragihand

Gulan Media March 31, 2015 Nûçe
Ebadî rizgarkirna Tekrîtê ragihand

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di daxuyaniyek bilez de mizgîniyê dide bi kontirolkirina tevaya bajarê Tekrîtê.

Li gor nûçeyek kenala (El Iraqiya) ku nêzîke ji Hikûmeta Iraqê Heyder Ebadî di daxuyaniyekê de mizgîniyê dide miletê Iraqê bi kontrolkirina bajarê Tekrîtê ser bi parêzgeha Selah Eldîn ve.

Li gorî wê nûçeyê Ebadî ragihandiye ku Hêzên Emnî niha gihane nava bajarê Tekrîtê û her du aliyên Başûr û Bakurê bajar niha di bin kontirola Hêzên Emnî de ne, herwiha amaje bi wê jî kir ku piroseya kontrolkirna bajarê Tekrîtê ji aliyê Artêşa Iraqê, Heşda Şaabî, Beşek ji xelkên bajêr, Firokeyên Cengî yên Iraqê û Firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî li dijîDAIŞê encamp da.

Basnews
Top