• Tuesday, 17 February 2026
logo

Serok Barzanî pîrozbahiyê li her dû Partiyên Şu'î ya Kurdistan û Iraqê kir

Gulan Media March 31, 2015 Nûçe
Serok Barzanî pîrozbahiyê li her dû Partiyên Şu'î ya Kurdistan û Iraqê kir
Birêz Sekreter û Endamên Mekteba Siyasî ya her dû Partiyên Şu'î(Komunist) ya Kurdistan û Iraqê

Li salvegera heştih û yek saliya damezrandina partiya we ya têkoşer, germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî we û hemû endam û alîgirên partiya we dikim.

Partiya Şu'î xwedî xebatekî bi rûmet û qurbanî daye û bawerî bi mafên gelê Kurdistanê hebûye û palpiştiya wê kiriye. Şu'iyên Kurdistan û Iraqê, herdem piştevanê doza rewaya gelê me bûne û cihê destê wan jî li xebata siyasî û civakî û hizrî û çandî ya gelên Iraqê bi rûnî diyare û li bin sêwan û çetra şoreşa mezina eylûlê de beşek bûn ji tevgera rizgarîxwaziya gelê me. Niha jî ku gel û welatê me ji aliyê terorîstên dirinde ve şer li ser da hatiye sepandin û tundrewî û înkar û mezhebî li welatê me û navçeyê li xwe girtiye, di demek da destxweşiyê li Şu'iyên Kurdistaniyan dikim ku beşdarin li erkê bergirîkirina gel û welat, ew li bende mayîn jî li we û hemû aliyên siyasî û azadîxwazan heye dijî tundrewiyê rawestin û şerê îdeolojiya nemirovaneya terorê bikin.

Di demek da gelek bi şanaziyê ve salvegera xebata partiya we ya xebatgêr dikin û germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî we dikîn û hêviya pêşketin û serketina we ya bi berdewamiyê dixwazim.

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
31/03/2015
Top