Li Kirmaşanê teqîn: Sivîlek û 5 leşker mirin
Duh danê sibê li nêzîkî bajarê Qesra Şirînê yê Rojhilatê Kurdistanê, ji ber teqîna mînê keçek kurd can da.
Li gorî malpera KurdPa, ew keça kurd dema pezê xwe diçêrand, pê li mînê kiriye û can daye.
Ji aliyekî din, ajansa fermî ya Îranê, ÎRNA, eşkere kir ku îro li devera sînorî ya Somarê ya Kirmaşanê, 5 leşkerên îranî ku nobedariya sînor dikirin ji ber teqîna mînê hatine kuştin.
Mînên ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê di dema şerê Îran û Iraqê de hatine danîn û heta niha jî canê welatiyan distînin.
Rudaw
