• Tuesday, 17 February 2026
logo

Parlamenterê kurd ê Îsraîlê: Divê em ji bo serxwebûna Kurdistanê bixebitin

Gulan Media March 30, 2015 Nûçe
Parlamenterê kurd ê Îsraîlê: Divê em ji bo serxwebûna Kurdistanê bixebitin
Parlamenterê kurd ê Îsraîlê Mîkî Lêvî diyar kir ku kurd netew in û divê dewleta wan jî hebe. Lêvî her wiha got, ez bi kurdbûna xwe serbilind im.

Mîkî Lêvî, ku endamê Partiya Yêş Atîdê ye, li ser jiyana xwe, mafê kurdan û filistîniyan ê avakirina dewletê û rewşa Îsralî bersiva pirsên Rûdawê da.

Rûdaw: Li Îsraîlê, jibilî cihû û misilmanan, dirûzî jî hene. Ma ew jî mîna we mafê wan ê avakirina dewletê tine?

M. Lêvî: Dirûzî 2 hezar sal berê hatine Libnan û vê deverê. Kultur, kinc û jiyana wan nêzîkî me ne lê zêdetir nêzîkî ereban in. Ew bixwe behsa dewletê nakin, helbet şert nîne her netewek daxwaza avakirina dewletê bike.

Rûdaw: Gelo tu dikarî vê yekê ji Kurdistanê re jî bêjî? Madem şert nîne her netewek bibe xwedan dewlet, wê çaxê çima divê Kurdistan bibe dewlet?

M. Lêvî: Li gorî min rojek dê were emê piştevaniya serxwebûna Kurdistanê jî bikin.

Rûdaw: Te got rojek dê were, qesta te ji vê yekê çiye? We çima heta niha ev yek nekiriye?

M. Lêvî: Dizanî, mirov nizane paşeroja deverê dê çi lê were, bi taybet rewşa Iraqê baş nîne. Lê em di wê baweriyê de ne kurd netew in û divê dewleta wan hebe.

Rûdaw: Ev, helwesta partiya te ye?

M. Lêvî: Na, ev helwesta min e. Ez te re rastiyê bêjim, me heta niha di nav partiyê de behsa serxwebûna Kurdistanê nekiriye ji ber wê jî ez nikarim bersiva vê pirsa te bidim.

Rûdaw: Birastî tu kurd î? Xelkê kudera Kurdistanê yî?

M. Lêvî: Belê ez kurd im. Dê û bavê min ji Kurdistanê ne, xelkê Cizîrê (Bakurê Kurdistanê) ne. Min wisa dizanîbû ku Cizîr gundekî biçûk û nêzîkî sînorê Tirkiyê ye lê hûn dibêjin bûye bajarekî mezin û niha beşek ji Tirkiyê ye. Min ev nedizanî û tiştekî nû bû bo min. Dê û bavê min hatine Îsraîlê lê ez li Orşelîmê ji dayîk bûme.

Ez zewicîme û 4 zarokên min hene. Hevjîna min kurd nîne û kurdiya min jî baş nîne lê ez kurdî baş fêm dikim. Me her tim li mal de bi kurdî axifiye. Min berê dikarîbû bi kurdî biaxifim lê niha ji bîra min çûye. Dizanî, ez li taxeke Orşelîmê mezin bûme ku pir nêzîkî Knessetê bû û hemû kurd bûn. Ti kesî li wê taxê bi zimanê ibrî nediaxifî, her kesî bi kurdî qise dikir. Vê yekê hestek taybet di min de çêdikir. Eger tu niha li xelkê bipirsî taxa kurdan a Orşelîmê kîjan e, dê te bibin wê taxa ku ez lê mezin bûme.

Rûdaw: Çi bû sedema wê ku tu bibî endamê Knessetê?

M. Lêvî: Ez beriya ku bibim parlamenter min di artêşê de kar dikir. Ez heyamekê di yekîneya antî-terorê de bûm. Ez li Nablosê fermande bû, paşê ji sala 2000ê heta 2004ê bûm fermandeyê giştî yê Polîsê Orşelîmê û pileya min jî “Magor General” bû. Wê demê li devera ku min kar dikir 52 êrişên xwekujî çêbûn, qonaxa “Întifazeya Duyem” bû. Min karî 12 êrişên xwekujî pûç bikim lê 40 êriş pêk hatin. Di encama wan teqînan de zêdetirî 250 kes hatin kuştin û zêdetirî 1000 kes jî birîndar bûn. Me 4 otomobîl ji 11 otomobîlên bombekirî jî pûç kir.
Ji ber wan bûyeran me biryar da di navbera Îsraîl û Filistînê de dîwar bê kişandin. Bi vî rengî me pêşiya êrişên xwekujî girt. Niha sîstema sîxuriya me wiqas bihêz bûye ku hewl û êrişên xwekujî beriya ku derbasî nav Îsraîlê bibin, tên pûçkirin. Dema ez nobedarê Orşelîmê bûm bajar pir aloz bû diviya em her gav di rewşa amadebaşiyê de bin.

Rûdaw: Ka em dîsa vegerin ser kurdbûna te. Te got ez bi kurdbûna xwe serbilind im. Me zanî ku tu heyamekî yek ji kesên bihêz ên Orşelîmê bûyî. Nêzîkî 400 sal berê Selahedînê Eyûbî hatiye Orşelîmê. Gelo tu bi Selahedînê Kurd jî serbilind î?

M. Lêvî: Dizanî, ev pirsa te pirsek zehmet e. Em gellekî beriya Selahedînê Eyûbî hatine vir. Eger li belgeyên arkeolojî binêrî dê eşkere bibe ku em berê hatine vir yan Selahedîn. Ez sedî sed piştrast im tu dê bibînî ku em beriya wî hatine vir.

Rûdaw: Ji sala 1991ê ve Hikûmeta Kurdistanê heye, li gorî te dema wê hatiye Kurdistan serbixwe bibe?

M. Lêvî: Serxwebûn mafê Kurdistanê ye û ez hêvîdar im dê bigihîje serxwebûnê. Ez tenê dikarim vê bêjim.

Rûdaw: Gelo tu heman hêvî û tişta ku ji bo kurd û Kurdistanê dixwazî, ji filistîniyan re jî dixwazî?

M. Lêvî: Belê, him ji ber ku ez kurd im him jî ji ber ku ez dizanim dê ji bo paşeroja Îsraîlê baş be. Em dixwazin bi filistîniyan re aştiyê bikin.

Rûdaw: Gellek kes li Kurdistanê dibêjin, madem wiqas kurd li Îsraîlê hene çima pişta Kurdistanê nagirin û ji bo serxwebûnê alîkariyê nakin?

M. Lêvî: Li gorî min, em divê vê yekê bikin. Ez nikarim bêjim dê kengê û çawa bibe lê dizanim divê ev were kirin. Divê em li Îsraîlê dest bi gengeşeya wê yekê bikin ku çawa alîkarî bikin. Baweriya min ya temam bi serxwebûna Kurdistanê heye. Ezê wisa bikim ku ev mijar bikeve rojeva partiya min.

Rudaw
Top