DAIŞ, 180 termên xwe anîne Musilê
Di encama şer û pevçûnên giran di navbera Heşd Şe`bî û artêşa Êraqê li beramber çekdarên rêxistina terorîstî DAIŞ de, li bajarê Tikrîtê 180 termên terorîstan gihêştine Musilê.
Berpirsê ragihandina liqa 14 ya PDK li Musilê Seîd Memozînî ji Xendanê re ragihand ku: Di proseya rizgarkirina Tikrîtê de şer û pevçûn di navbera Heşd Şe`bî û artêşa Êraqê li hemberî çekdarên rêxistina terorîstî DAIŞ`ê berdewame.
Memozînî diyar kir ku duh duşeme 30/3/2015 di encama şer û pevçûnên li qeza Tikrîtê de, 180 termên çekdarên terorîstên DAIŞ gîhane bajarê Musilê.
Seîd Memozînî ew yek jî aşkira kir ku niha rewşa ewlekariyê ya bajarê Musilê ji her demî aloztire jiber ku xelkê bajêr li benda destpêkirina operasyona azadkirina bajarê xwe ne li jêr çengê rêxistina terorîstî ya DAIŞ`ê.
Xendan
