Wezareta Pêşmerge xwekujekî DAIŞê wek şehîd tomar kiriye
Piştî ku çekdarên DAIŞê êriş kirin ser Herêma Kurdistanê û çendîn Pêşmerge şehîd bûn, Parlamentoya Kurdistanê biryar da ku bi qasî 2 milyon dînar alîkariya malbatên wan şehîdan bike.
Alîkarê Serokê Komîteya Pêşmerge di Parlamentoya Kurdistanê de Dilêr Mawetî, derbarê navê şehîdên Pêşmerge dibêje: “Çîrokên pir xerîb li cem me hene, hemû jî bi belgeh in.”
Dilêr Mawetî wiha got: “Wezareta Pêşmerge navê şehîdên Pêşmerge ji me re şand, da ku em wan 2 milyonan bidin malbatên wan, lê me dît ku navê çekdarekî DAIŞê bi navê Huzeyfe jî tê de ye, ku li nahyeya Rebîeyê xwe di nava Hêzên Pêşmerge de teqandibû û çend pêşmergeyek ji wan şehîd kiribû.”
Cîrokên din jî behs dike û dibêje: Wezareta Pêşmerge nav ji me re şandine ku ti adrêsda malbatên wan nînin û ji xwe ti hebûnek ji wan navan re nîne. Hinek nav yên birîndaran e, lê bi navê şehîd ji me re hatine. Herwiha hinek ji mer re şandine ku ne şehîd û ne jî birîndar jî bûne.”
Mawetî wiha doamnd: “Wezareta Pêşmerge navin şandine ku, ereb bûn û di nava Artêşa Iraqê de hatine kuştin. Yek ji wan niha malbata wî li Bexdayê ye. Heta niha 3 navên wiha ji me re hatine.”
Rudaw
