Fûad Hisên: Tirsa DAIŞ li ser Kurdistanê nemaye
Fûad Hisên di hevpeyvînekê de ligel rojnameya al-Şarq al-Awsat de, ku îro 29ê Adarê belavbûye, ragihand ku, piştî girtina Mûsilê ji aliyê DAIŞê, di 9ê Hezîrana sala borî de, herwiha girtina çendîn navçeyên berfireh li Iraqê û Sûriyê, “ew rêxistin bo dewlet” û got: “Stratejiya niha ewe ku DAIŞê ji dewlet vegere rêxistinek û piştire were jinavbirin. Hêzên Kurdî jî çi li Kobanê û çi li Herêma Kurdistanê navçeyên berfire ji DAIŞê paqij kirin, di wê mebestê de em serkeftin.”
Hisên amaje bi hebûna nakokiyan di nava çekdarên DAIŞê de kir ku da zanîn ku, niha “krîzeke aloz” di nava DAIŞê de peyda bûye, ji ber ku praniya biyaniyên di nava çekdarên wê de li eniyên şer hatine kuştin û yên din jî reviyan û got: “Li gor zanyariyên di dest me de, nakokiyên dijwar di nava çekdaran de derketine, taybet di navber çekdarên tileferî yên turkmen, ên bi bando di rêxistinê de, û çekdarên din ên ereb de.”
Navborî amaje bi krîza darayî jî di nava DAIŞê de kir û da zanîn ku, dema ku DAIŞê xwe kir dewlet gelek çavkaniyên wê yên darayî hebûn, lê niha ew çavkanî jidest dane û pey çavkaniyên din digere da ku rewşa xwe ya aborî baş bike.
Derbarê rewşa Mûsilê de jî, Hisên da zanîn ku, kêmbûneke berçav di pêwîstî û pêdiviyên pizîşkî de li cem DAIŞê li Mûsilê hene, li gor zanyariyan jî niha hemû nexweşxane tije birîndarên DAIŞê bûne û êdî mal jî bûne cihê dermankirin birîndarên DAIŞê, yên ku ji encama şerê li dijî Pêşmerger û hêzên iraqî dikevin.
Hisên dibêje ku, niha metirsiya DAIŞê li ser Herêma Kurdistanê nemaya, serkirdatiye kurd jî niha mijûlê çareserkirina encamên wê krîzê ye, ji aliyê darayî û civakî ve.
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê amaje bi stratejiya Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de kir û got: “Stratejiya leşkerî ya Herêmê ewe ku, şerê DAIŞê li herê cihekî bike û hevpeymaniyê ligel her çînekê bike ku şerê DAIŞê dike pêk bîne, tevî bihêzkirina rêzên pêş ên Pêşmerge û hizra çawaniya danûstanê ligel hêzên iraqê yên din, di nav wan de jî artêşa Iraqê, di operasyonên paşerojê de bikin.”
Li ser hejmara şehîd û birîndarên Pêşmergeyan di şerê li dijî DAIŞê de, Fûad Hisên amaje kir ku, eger çekên giran û pêwîst ji aliyê hevpeymaniya navdewletî ve ji bo Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê hatibe peydakirin, dê hejmara birîndar û şehîdan gelekî kêmtir ba û got: “Niha hejmara şehîdên me hezar û 150 Pêşmerge derbas kiriye, herwiha bêhtir ji 5 hezar birîndar jî hene.”
Hisên amaje kir ku, heta niha gelek welat hene ku alîkariyên leşkerî pêşkêşî Herêma Kurdistanê dikin “lê ew alîkarî ne li gor astê pêwîst in.”
Navborî amaje bi peywendiyên Herêma Kurdistanê kir û got: “Serkirdatiya Kurdistanê peywendiyên bihêz ligel praniya welatên erebî girêdane, çi peywendiyên dîplomasî û çi peywedniyên din be.”
Fûad Hisêm amaje bi peywndiyên Herêma Kurdistan, Tirkiye û Îranê kir û got: “Îraniyan ragihandin ku ew li Iraqê ne di şerê li dijî DAIŞê de, peywendiya me jî ligel Îranê baş e. Derbarê peywendiyên me û Tirkiye de, ew jî başin û armanca siyaseta me pêkanîna peywendiyên bihêz e ligel welatên derdorê li ser bingeha berjewedniyên hevbeş û dstênewerdan di karûbarên anxweyî de, raste Kurdistan ne dewlet e, lê rehendek Kurdî li Îran û Tirkiyê heye, lewma ez behsa destênewerdan di karûbarên navxweyî de dikim.”
basnews
