• Tuesday, 17 February 2026
logo

Iraq hêzeke erebî hevbeş red dike

Gulan Media March 29, 2015 Nûçe
Iraq hêzeke erebî hevbeş red dike
Îro civînên Lutkeya Erebî li Misirê bi dawî tên û biryar e daxuyaniyek di vê derbarê de were ragihandinin.

Li gorî reşnivîsa daxuyaniyê ku biryar e îro were belvavkirin, banga avakirina hêzeke erebî hevbeş hate kirin, lê tenê Iraqê ew yek red kir.

Herwiha Iraqê dîsa destêwedana siyasî û leşkerî di karûbarê dewletên erebî red kir û daxwaz kir ku pirsgirêk bi danûstandinan werin çareserkirin.

Herwiha derbarê rewşa Yemenê jî, welatên ereb piştevaniya xwe ji bahoza bi hêz dan nîşan û bang li Hûsiyan kirin ku ji Senayê vekişin û çekên xwe radestî deshelata şerî li Yemenê bikin.

Derbarê Sûriyê jî, reşnivîsê daxwaz kir ku Netewên Yekbûyî bi erkê xwe rabe û got divê komkara erebî bi wê re kar bike ji bo danîna çareyeke siyasî li Sûriyê li ser bingeha Cinêf-1.

Herwiha derbarê Lîbyayê jî, daxuyaniyê daxwaz kir ku, piştgîriya siyasî û darayî û leşlerî pêşkêşî hikûmeta wî welatî were kirin.

Rudaw
Top