Akdogan: HDPê bendê derbas neke dunya xirab nabe
Akdogan ji çapemeniya Tirkiyeyê re axifî û got: Eger partiya HDPê benda hilbijartinê derbas nekir dunya xirab nabe û ew kesên dixwazin pêvajoya aşitiyê têk bidin û agir gur bikin, ewê pê bişewitin.
Yalçin Akdogan anî ziman ku, % 70 ji xelkê Tirkiyeyê piştevaniya pêvajoya aşitî û çareseriyê dikin, ew jî ne bi saya HDPê ye, ji ber ku ew tenê dikare % 8 ji dengan bigre, ew bi saya partiya AKPê û Serokomar Erdogan e.
Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyeyê Akdogan wiha got: Daxuyaniyên hevserokê HDPê Salahedîn Demîrtaş li hember Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan, daxuyaniyên nerênî ne û bandoreke nebaş davêje ser pêvajoya aşitiyê.
Yalçin Akdogan diyar kir ku, êdî pêvajoya aşitî û çareseriyê ne tenî milkê hikûmetê ye, bûye milkê hemû dewletê.
Wek tê zanîn hevserokê HDPê Demîrtaş duh dabû xuyakirin ku, ji ber ku wî hin rexne li Erdogan kirin, hikûmet pêvajoya aşitiyê rawestand. Pêwîst e ew pêvajo bi kesatiya serokomar ve neyê girêdan û tenê bi berjewendiyên hemû xelkê Tirkiyeyê ve bê girêdan.
Herwiha Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku,ew li kêlek û paş û hindurê pêvajoya aşitî û çareseriyê ye, û çawa ku wî ew pêvajo dest pêkiriye ewê têde perdewam jî bike.
Rudaw
