Namzedê serokatiya Amerîka: Bila kurd bibin leşkerên Amerîka!
Partiya Komarî ya Amerîkayê bi fermî senator Ted Cruz wek namzedê xwe ji bo hilbijartinên serokatiya Amerîkayê yên sala 2016ê destnîşan kir.
Ted Curz piştî ku bi fermî bû namzed, rexne li helwesta hikûmeta Amerîka di şerê DAIŞê kir û got, divê Amerîka zêdetir alîkariya kurdan bike.
Cruz diyar kir ku bila kurd bibin leşkerên Amerîkayê û wiha axivî: “Hêzên Pêşmerge şerê DAIŞê dikin, bi hêz û bandor in û bi dehan sal e hevalbendê Amerîka ne. DAIŞ bi çekên amerîkî şer dike lê çekên kurdan tine…”
Wî senatorê amerîkî rexne li Washingtonê jî girt ku çima çekan dişîne Bexdayê û yekser nade kurdan…
Rudaw
