• Tuesday, 17 February 2026
logo

Sûriye- Bajarê Idlibê ket destê Cebhet el Nusra

Gulan Media March 28, 2015 Nûçe
Sûriye- Bajarê Idlibê ket destê Cebhet el Nusra
Çekdarên neyar û dijbereya Sûriyê bajarê Idlibê yê Sûriyê ji destê artêşa Beşar Esed derxistin. Di wî şerî de herî kêm 170 leşkerên Sûriyê hatin kuştin.

Piştî şerekî tund di navbera çekdarên dijbereya Sûriyê û hêzên rêjîma Sûriyê de, Duh bajarê Idlibê bi temamî ji destê hêzên rêjîmê hat derxistin.

Li gorî agahiyan, di encama şer û pevçûnan de zêdetirî 170 leşkerên artêşa Sûriyê hatin kuşitin, li hember de 25 çekdarên dijbereyê hatin kuştin û zêdetirî 200 çekdar jî birîndar bûn.

Piştî girtina bajêr, çekdarên dijberya Sûriyê derbasî nav Idlibê bûn û dest danîn ser dezgehên hikûmetê û li milîsên sivîl ên girêdayî rêjîma Sûriyê geriyan.

Hêzên Beşar Esed ber bi serbazgehên Sitûme û Qermîn reviyan ku 10 kîlomteran dûrî bajarê Idlibê ye. Ji tirsa êrişa balafirên Sûriyê, xelkê sivîl ji bajêr derketin û berê xwe dan gundên derdor.

Li ser wê yekê ku kîjan alî dê bajarê Idlibê birêve bibe, fermandarekî koma Ceyş el Feth ji Rûdawê re got, Ceyş el Feth bajar kiriye 4 parçeyan, her parçeyek dê ji aliyê rêveberiyek leşkerî ve were îdarekirin lê di demek kurt de dê rêveberiyek sivîl jê re were danîn.

Piraniya çekdarên ku li Idlibê şer dikin girêdayî koma çekdarî ya Cebhet el Nusra ne û hin çekdarên opozîsyona lîberal jî li kêleka wan şer dikin.

Piştî girtina Idlibê, Ceyş el Feth dê berê xwe bide bajarokên Cisir el Şixûr û Erîhayê, ku dikevin rojavayê Idlibê.

Bajarê Idlibê dikeve bakurê rojavayê Sûriyê û ji bo herdu aliyên şer li Sûriyê jî pir giring e. Idlib parêzgehên Heleb û Lazqiyê bi heve girêdide û bi Tirkiyê re jî hevsînor e.

Rudaw
Top