Heşdul Şeibî: Ji ber Îranê em daxwaza alîkariyê ji Amerîka nakin
Hadî Amirî ku hevdem Sekreterê Giştî yê rêxistina Bedir a şîe ye, ji Rûdawê re ragihand: “Operasyona me ya leşkerî bo girtina Tikrîtê berdewam dike. Em li ber deriyê wê ne û di demeke nêzîk de dê ew bajêr were kontrolkirin.”
Generalekî amerîkî ragihand ku operasyona kontrolkirina bajarê Tikrîtê, ji aliyê milîşên şîe ve nayê birêvebirin.
Fermandarê Fermandariya navîn ya Artêşa Amerîkayê, general Lloyd Austin diyar kir ku mercê Amerîka ji bo destpêkirina êrişên asmanî li Tikrîtê ew bû ku milîşên şîe ji çeperên pêşî yên şer vekişin.
Berpirsê hêza Heşdul Şeibî wiha got: “Em nikarin daxwaza alîkariyê ji hevpeymaniya navdewletî û Amerîkayê bixwazin, ji ber ku dê pirsgirêkan li pey xwe bîne, bi taybetî ji ber ku Îran piştgîriya me dike.”
Tê zanîn ku, hêzên ewlehiyê û artêşa Iraqê û milîsên Heşdul Şeibî yên şîe ji destpêka vê mehê de, dest bi operasyoneke berfireh li dijî çekdarên DAIŞê li Parêzgeha Selahedînê kirine û niha bajarê Tikrîtê di bin dorpêça wan de ye.
Rudaw
