• Tuesday, 17 February 2026
logo

Li Şingalê 15 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

Gulan Media March 28, 2015 Nûçe
Li Şingalê 15 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
Neqîb Kawa Merdan ji Fewca Yek a Hêzên Pêşmerge îro, 28ê Adarê, ji BasNews re ragihand “Serê sibeha îro çekdarên DAIŞê êrîşek berfireh kirin ser sengrên Pêşmergeyên Kurdistanê li Şengal, lê êrîşa wan ji aliyê Pêşmerge ve hat şikandin û li gorî zanyariyên 15 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Neqîb Kawa ragihand jî ku “Laşê 6 çekdaran ketine destê Hêzên Pêşmerge” û beşekî mezin ji çek û teqmeniyên xwe jî li dû xwe hiştin. Û tekez kir: “Ti ziyan negiha Pêşmerge”

Li gor zanyariyên di dest BasNews de, frmanderekî mezin ji yê DAIŞê birîndar bû û niha ji aliyê Pêşmergeyan ve haitiye dîkirin.

Roja 3 yê Tebaxa borî, çekdarên DAIŞê qezaya Şingalê girtin, lê niha ew qeza ji aliyê Pêşmerge ve hatiye dorpêçkirin û çend taxên qezayê jî kontrol kirine.

Basnews
Top