• Tuesday, 17 February 2026
logo

Îtîlafê komîteya şopandina datayên Rojava red kir

Gulan Media March 28, 2015 Nûçe
Îtîlafê komîteya şopandina datayên Rojava red kir
Hevpeyamniya Niştimanî ya Dijbereya Sûriyê (Îtîlaf) pêkanîna komîteyeke şopandina datayan li Cizîra Rojavayê Kurdistanê red kir.

Cîgira serokê Îtîlafê, Nexem Elxadirî ji Rûdawê re ragihand: “Zanyariyên ku di medyayê de belav bûne û behsa pêkanîna komîteyekê dikin ji bo şopandina datayan li Cizîrê, nerast in û ne jî ti bingeh ji wan re heye.”

Xadirî bal kişand ku di dema borî de, hevpeymaniya dijbereyê daxuyaniyek belav kiribû û di wê daxuyaniyê de kiryarên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) derbarê erebên Til Hemîsê li başûrê Qamişlê de proteso kir, li gor gotina wê.

Nexem Xadirî têkiliyên wan ligel balyozxane û konsulxaneyên navdewletî hene ji bo rawestandina binpêkirinên ku di derheqê gelê Sûriyê de dibin, eger ji çi aliyî ve be.

Berî du rojan hatibû belavkirin ku peymanek di navbera Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û Hevpeymaniya Dijbereya Sûriyê pêk hatiye ji bo avakirina komîteyek taybet bo şopandina zanyariyên ku îdîa dikin, YPGê mafên pêkhateya erebî li Rojavayê Kurdistanê binpê dike.

YPGê herwiha rêveberên Kantona Cizîrê jî ev îdîa red kiribûn û ji Îtîlafê xwestibûn ku li şûna van daxuyaniyan, binpêkirinên DAIŞê derheqê xelkê Cizîrê de şermezar bike.

Rudaw
Top