Sedema vekişîna milîsên şîe ji şerê Tikrîtê hat eşkerekirin
Milîsên şîe yên Iraqê ji operasyona bajarê Tikrîtê, ku çend hefte ye didome, vekişiyan.
Li ser vê yekê, Fermandeyê CENTCOMê General Lloyd Austîn di civîna Senatoya Amerîkayê de ragihand, Amerîka bi şertekî tevlî operasyona Tikrîtê bû ku milîsên şîe ji wê operasyonê vekişin.
General Austîn da zanîn ku milîsên şîe ew şertê Amerîka qebûl kirin û vekişiyan û got, lê ew li rojhilatê çemê Dîcle bicîh bûne.
Li gorî wî rayedarê leşkerî yê Amerîka, fermandeyê hêza Quds a pasdarên Îranê Qasim Sulêymanî jî piştî vekişîna milîsên şîe li derdora Tikrîtê nemaye.
Llyod Austîn anî ziman ku operasyona Tikrîtê bi pêşengtiya milîsên şîe xelet bû lewma nedikarîn pêşde biçin û diyar kir, ew hêz ji aliyê hikûmeta Iraqê ve nayên kontrolkirin.
General Austîn got ku wan berê zordariya milîsên şîe dîtine ji ber wê jî ew hêvîdar in ti carî bi milîsên şîe re hevkariyê nekin.
Artêşa Iraqê bi alîkariya milîsên şîe roja 2ê Adarê dest bi operasyona Tikrîtê kiribû lê heta niha nekariye bajarê Tikrîtê ji DAIŞê bistîne.
Herî dawî hikûmeta Iraqê operasyon dabû sekinandin lê bi alîkariya Amreîka û hêzên hevpeyman operasyonê car din dest pê kir.
Rudaw
