Wezareta Pêşmerge: Ferman di destê Barzanî de ye
Birîkarê Wezareta Pêşmerge Enwer Hacî Osman îro, 28ê Adarê, taybet ji BasNewsê re ragihand ku, Pêşmerge li hemû axa Kurdistnê ya ku di dest rêxistina DAIŞê de ye şer dikin, heta ku wê axê ji çekdaran rêxistina navborî paqij bikin.
Derbarê beşdariya di proseya çaverêkirî ya azadkirina Mûsilê de Enwer Hacî Osman got: “Ew biryar siyasî ye û pêwîstiya wê bi fermana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî heye, heta niha jî ew pirs yekalî nebûye.”
Navborî bêhtir behesa wê fermanê kir û da zanîn ku “Pêwîstiya wê bi civîna serkirdayetiya siyasî ya kurd heye, lê heta niha civînek taybet ji bo wê mebestê nehatiye li darxistin.”
Di bersiva wê pirsê de, gelo dê Wezareta Pêşmerge pirsa beşdariyê di azadkirina Mûsilê de bike karteke guvaşê li ser Bexdayê ji bo çareserkirina aîrşeya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de? Birîkarê Wezareta Pêşmerge wiha diyar kir “Ew pirsyar siyasî ye û Wezareta Pêşmerge nikare bersiva wê bide, peywendiya wê bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve heye.”
Basnews
