• Tuesday, 17 February 2026
logo

Pergala heyî pirsgirêkan çareser nake

Gulan Media March 28, 2015 Nûçe
Pergala heyî pirsgirêkan çareser nake

Leyla Zana dibêje pergala heyî li Tirkiyeyê nikare pirsgirêkan çareser bike.

Parlamentera HDPê ya Amedê Leyla Zana di çarçoveya 8ê Adarê roja jinên kedkar beşdarî bernameyek platforma jinên Dêrsimê bû û li ser mijarên rojevê jî axivî. Zana li ser mijara û niqaşên serokatîyê û rêbazên wê jî axivî û got; “ji sala 2000’an ve heta niha me her tim digot lê belê kesî guh li me nekir.’

Zana wiha pê de çû: ‘’Ji bo min ne girînge kê bûye serok an nebûye. Ya girîng ewe ku pergaleke hemû gelan bi rengên xwe di nava xwe de bihewîne were.’’

Li ser gotinên ku Serokkomar Erdoğan her tim dubare dike û 400 parlamenterî dixwaze jî Leyla Zana rexneyên xwe anîn ziman û got; “berê jî hevalên me û vê rewşa hanê rexne kirin û ez ji tevlî van rexneyên hevalên me dibim. Serokkomar 400 parlamenterî dixwaze û dibêje ev pergala hanê bûye mina boxçêyeke ku pîne nagire. Raste lê belê me berê ewqas jê re got li mixabin qet li me guhdarî nekir.”
Top