• Tuesday, 17 February 2026
logo

Peyama serxweşiya Serok Barzanî ya ji bo koça dawî ya Patrîkê Dêra Aşûrî ya Rojhilat

Gulan Media March 28, 2015 Nûçe
Peyama serxweşiya Serok Barzanî ya ji bo koça dawî ya Patrîkê Dêra Aşûrî ya Rojhilat
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Ji bo Dêra (Kinîseya) Aşûrî ya Rojhilat

Gelek bi mixabiniyê ve nûçeya koça dawî ya Qedasetê Patrîk Mar Denxayê Çarem bihîst ku li 26 ê Adara 2015 li Wîlayeta Minîsotaya Amerîka koça dawî kiriye. Xwedê jêrazî rêber û kesayetiyekî bi bandorê olî ya Iraq û cîhan bû û rola wî li kûrkirina tebayî û birayetiyê de hebû û hemû demekî mijulî pêkvejiyan û aştiya di navbera pêkhatan û peyrewên olên cûdayan bûye.

Bi vê xemgîniyê ve serxweşiya xwe pêşkêşî Desteya Dêra Aşûrî ya Rojhilat û hemû bawermendên vê Dêrê û malbat û kesukarên xwedê jêrazî Qedasetê Patrîk Mar Denxayê Çarem dikim.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim sebir û aramiyê bi me hemû aliyek bibexşê û xwedê jêrazî bibe ber rehmet û dilovaniya xwe û ruhê wî şad bê.

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
27.03.2015

Top