YEMEN- Rûsya gelekî dilgiran e
Putin duh di peywendiyeke telefonî de ligel Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî derbarê pêşhateyên li Yemenê de axifîn.
Li gor daxuyaniyeke Kirmlênê, Putin ji Rûhanî re gotiye ku pêwîst e hemû hewl bên aktîvkirin ji bo nakokiyên li Yemenê bi rêyên aştiyane re bên çareserkirin.
Serokayetiya Rûsiyê, derbarê peywendiya telefonê ya navbera Putîn û Rûhanî û behskirina mijara Yemenê de ragihand: “Ev yek nîşaneke ku Rûsya li hember pêşhatên li Yemenê gelekî dilgiran e.”
Duh jî wezareta derve ya Rûsyayê di daxuyaniyekê de ragihand ku ew piştgiriya serwerî û yekîtiya axa Yemenê dike û ji hemû aliyên Yemen û hevpeymanên wan li derve xwest ku şer rawestînin.
Moskow herwiha got, nakokiyên li Yemenê tenê bi rêya diyalogeke berfereh a niştimanî re dê werin çareserkirin.
Êrişa asmanî ya Erebistana Siûdiyê û hevpeymanên wê li dijî Hûsiyên Yemenê di roja xwe ya duyem de berdewam dike.
Rudaw
