Erdogan: Îran cihê DAIŞê digire
Serokomarê Tirkiyê Erdogan, duh ji televîzyona France 24 a Fransî re li ser rewşa Yemen û Iraqê axivî.
Erdogan diyar kir ku Tirkiye pişgiriyê dide operasyona Erebistanê ya li dijî çekdarên şîe yên bi navê Hûsî, ku hikûmeta Yemenê zeft kirine.
Serokomarê Tirkiyê çekdaêrn Hûsî, ku ji aliyê Îranê ve tên piştevanîkirin, wek komeke terorîstî bi nav kir û got, divê Îran û komên terorîstî ji Yemenê derkevin.
Li ser rewşa Iraqê jî Erdogan got, li Iraqê jî Îran dixwaze hêza xwe mezin bike û cihê DAIŞê bigire û diyar kir, êrişên asmanî yên ku li dijî wê rêxistinê tên kirin têrê nakin lewma divê hêzên bejahî jî li dijî wê bên bikaranîn.
Ji aliyekî din, Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cevad Zerfî li dijî operasyona Erebistanê ya ku ji şeva borî ve li dijî çekdaêrn Hûsî li Yemenê dest pê kiriye, nerazîn nîşan da û ragihand, divê ew operasyon demildest were sekinandin.
Hat zanîn ku Serokê Yemenê Mensûr Hadî jî ku ev çend roj bûn nedihat zanîn li kuderê ye, derbasî Erebistanê bûye.
Amerîka jî piştgiriyê dide operasyona leşkerî ya Yemenê.
Rudaw
