Teqînek Li Hesekê Çê Bû
Li gor ajansa ANHA, otombîla bombekirî ji corê KIA-Rio bû, li ser cadeya giştî ya di navbera qada Şehîd Delîl li taxa Nasire û taxa Mişêrfe li nêzîk kolîja Zanistê bi dewriya asayişê ve teqiye.
Çavkaniyeke meydanî li Hesekê ji BasNewsê re ragihand, ku di encama teqînê de 2 endamên asayişê şehîd bûn û 3 yên din jî birîndar bûn, birînê yekî ji wan jî gelek giran e.
Weha jî da zanîn, ku hêzên asayişê cihê teqînê dorpêç kirin.
