Balefirên Si`ûdiyê Êrîşî Ser Husîyên Yemenê Kirin
Duh Balefirên Erebistana Si`ûdiyê bi piştgiriya 10 welatan li Sanayê êrişê çekdarên Hûsiyan ku piştevanî wan Îran dike, kir.
Ew operasyona Si`ûdiyê ku armanc jê piştgirîkirina serokê Yemenê Ebid Rebe Mensûr Hadî ye, di bin navê Asîfet Elhezim de destpêkir û li gor çavkaniyan, Si`ûdiyê 100 balafir û 150 hezar leşkerên xwe tevlî şerê li dijî Hûsiyan dike.
Di êrîşên şeva borî de ku heta îro serê sibehê jî berdewam bûn, jibilî balafirgeha Senayê û Koşka Serokayetiyê, herwiha navenda Eldîlmî û navenda Elend li nêzîk bajarê Adenê jî hatin bombebarankirin.
Operasyona Si`ûdiyê bi piştgiriya 10 welatan pêk tê ku hin ji wan di êrîşa beşdarin, herwiha Koşka Spî jî ragihand ku Amerîka di operasyona li Yemenê de bi rêya alîkariya lojistîk û îstixbaratî re hemahengiyê ligel Si`ûdiyê dike.
Her deh welatên ku tevlî operasyona li dijî Hûsiyan bûne ji Si`ûdiyê, Îmarat, Kuwêt, Behreyn û Qeter herwiha Misr, Urdun, Sûdan, Mexrib û Pakistanê pêk tên.
Misr jî îro serê sibehê ragihand ku amade ye tevlî operasyona bejayî li Yemenê jî bibe.
Jêder: Rûdaw
