• Tuesday, 17 February 2026
logo

Hevwelatîyên Bajêrê Mûsilê Xwe Ji Bo Revê Amade Dikin

Gulan Media March 26, 2015 Nûçe
Hevwelatîyên Bajêrê Mûsilê Xwe Ji Bo Revê Amade Dikin
Hat ragihandin, ku xelkê bajêrê Mûsilê ji ber opersayona rizgarkirinê, xwe amade dikin ku ji bajêr derbikevin.

Berpirsê Ragihandinê yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) yê li Mûsilê Se`îd Memûzînî ji Rûdawê re diyarkir, ku balefirên şer ên Hevpeymanan di encama êrişên asmanî de li deşta Mûsilê, gellek çekdarên DAIŞê kuştin.


Se`îd Memûzînî got, tenê li bajarokê Keske ya Mûsilê, nêzîkî 100 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.


Memûzînî weha jî da zanîn, ku ji ber operasyona rizgarkirina Mûsilê, sivîl xwe ji bo reva bajêr amede dikin.
Top