Komela Îslamî: Bila Barzanî di postê xwe de bimîne
Kadroyekî Komela Îslamî ya Kurdistanê got ku ewên behsa pirsa dema Serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê dikin, armanc mizayedeya siyasî ye û divê careke din dema serokatiya Barzanî were dirêjkirin.
Kadroyê pêşketî yê Komela Îslamî ya Kurdistanê Newzad Seîd Mihemed di nivîsarekê de ku li ser rûpela taybetî ya xwe ya tora civakî Facebookê belav kiriye, wiha dibêje: ‘’Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, nîv sed sal dibe ku li Kurdistanê bi xebata çekdarî û siyasî ve mijûl e. Gelek hewl daye û xebat kiriye daku Kurd li Kurdistana İraqê bigihin mafê xwe. Lê niha û di dema dirêjkirin an dirêjnekirina dema serokatiya Barzanî de, gelek axaftin tên kirin. Lê yên biryar bidest xwe bêdeng kirine. Herwiha hinek kes hewareke bê sûd dikin û dixwazin li tenişt navê Barzanî, navê xwe derbixin û bibêjin; ‘’Ez jî li ser Mesûd Barzanî axifî me.’‘
Newzad Seîd Mihemed wiha nivîsiye: ‘’Çênabe di vê meseleyê de kes axaftina xwe bi hewayê de berde, ji ber niha kesekî din wek Barzanî nîne ku piraniya xelkê, hêzên çekdar û darayî li ber destê wî ye û hêzên din jî wek toza li ber ba wiha ne. Loma daxwazê ji wan hêzan dikim; dest ji mizayedeya wek henekan berdin. Bila şikodar cenabê Barzanî bê merc vê carê jî serokatiyê bike.’‘
Basnews
