• Tuesday, 17 February 2026
logo

Artêşa Iraqê: Derbasbûna Tikrîtê pir zehmet e

Gulan Media March 25, 2015 Nûçe
Artêşa Iraqê: Derbasbûna Tikrîtê pir zehmet e
Fermandarê Hêza Zêrîn a Artêşa Iraqê Fadil Berwarî operasyona stendina bajarê Tikrîtê ji destê DAIŞê bi pir zehmet bi nav kir. Herwiha di nava 24 seatên borî de 58 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û birîndarkirin.

Fadil Berwarî ji Rûdawê re ragihand: “Operasyona girtina bajarê Tikrîtê yê parêzgeha Selahedînê, pir zehmet bûye, ji ber ku DAIŞ piraniya deveran pir bombe û mayîn kirine. Herwiha li nava bajêr 140 otomobîlên bombekirî amade kirine.”

Derbarê hêza asmanî ya Iraqê jî, Berwarî wiha got: “Balafirên şer ên Iraqê bi roleke mezin ranabin, ji ber ku bombeyên wan li ser avahiyên bilind û mezin bê bandor in.”

Li gor zaniyariyên ajansa AFP, balafirên hevpeymaniyê di aliyê îstixbaratê de alîkariya hêzên Iraqê dikin û zaniyariyan derbarê navendên çekdarên DAIŞê li nav Tikrîtê didin hêzên Iraqê.

Derbarê wê nûçeyê jî, Fermandarê Hêza Zêrîn a Artêşa Iraqê tekez kir ku, “Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî duhî li ser Tikrîtê firiyan, lê ti cih bombebaran nekirin û tenê zanyarî li ser cihên DAIŞê wergirtin, lê dema ku em zanyariyan li Remadî didin wan, çeper û navendên DAIŞê bombebaran dikin.”

Ji aliyekî din ve, Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Hêzên Ewlehiyê di daxuyaniyekê de ragihand: “Hêzên ewlehiyê di nava 24 seatên borî de, 58 çekdarên DAIŞê li parêzgeha Enbar, Selahedîn û Mûsilê kuştin û birîndarkirin.”

Tê zanîn ku, hêzên ewlehiyê û artêşa Iraqê û milîsên Heşdul Şeibî yên şîe ji destpêka vê mehê de, dest bi operasyoneke berfireh li dijî çekdarên DAIŞê li Parêzgeha Selahedînê kirine û niha bajarê Tikrîtê di bin dorpêça wan de ye.

Rudaw
Top