• Tuesday, 17 February 2026
logo

Balefirên Hevpeymanan hejmarek Çekdarên DAIŞê Li Bajarokê Askê Kuştin

Gulan Media March 25, 2015 Nûçe
Balefirên Hevpeymanan hejmarek Çekdarên DAIŞê Li Bajarokê Askê Kuştin
Balefirên şer ên hevpeymaniya navdewletî li rojavayê Mûsilê li nahyeya Askê, bi giranî li çekdarên DAIŞê dan û gellek çekdarên wan kuştin.

Fermandarekî ji Hêzên Pêşmerge li nêzîkî bendava Mûsilê ji Rûdawê re ragihand, ku Îro se`at 11:40 balefirên şer ên hevpeymaniya navdewletî bi giranî li çeper û navendên DAIŞê li Askê dan û piştî wê me termê 10 çekdarên wan bi çavên xwe dîtin.

Wî fermandarê Pêşmerge wiha got: Di dema ku çekdarên DAIŞê mijûlî çandina bombeyan bûn li gundê Abter, balefiran ew dan ber bombeyan.

Tê zanîn ku nahyeya Askê ya rojavayê Mûsilê ketibû destê çekdarên DAIŞê de, lê di 21ê Çileyê de, Hêzên Pêşmerge karîn wê deverê kontrol bikin.

Rudaw
Top