Jiber şewatê 6 kesan jiyana xwe ji dest dan
Di şewata ku avahî hemû dorpêç kir de, Mehemed Xêr Hesen (41), hevsera wî Rengîn Oso (35), zarokên wan Rimbaz (15), Neyaz (13), Nemaz (11) û Hesen (7) jiyana xwe ji dest da.
Di şewatê de ji malbatê tenê zarokên Mehemed Xêr Hesen ên bi navê Hisên (9) û Heles (6) ji şewatê rizgar bûn.
Hat zanîn ku cenazeyê 6 kesan li goristana Curnik a li taxa Enteriyê hatin definkirin.
Xendan
