Erka Kanadayê Di Şerê DAIŞê De Berfirehtir Dibe
Li gorî daxiyaniya serokatiya Kanadayê li paytexta Kanada Ottawayê, Stephen Harper û Jens Stoltenberg di civîna xwe de, behsa berfirehkirina erkên leşkerî yên Kanada di şerê li dijî DAIŞê de û krîza rojhilatê Ukrayna jî kirin.
Niha Kanada 69 leşkerên wê yên taybet li Başûrê Kurdistanê hene û perwerdeya leşkerî didin Hêzên Pêşmerge, herwiha 6 balefirên wê şer jî li Kuwêtê ne. Lê ev erka leşker û balefirên Kanadayê dê meha bihê biqede.
Heta niha Kanada tevlî êrişên hevpeymaniya navdewletî li dijî DAIŞê li Sûriyê nebûye, lê dibe ku ji niha û pê de ew tevlî êrişên li Sûriyê jî bibin.
Di civîna navbera Harper û Stoltenberg de, herwiha behsa şerê li rojhilatê Ukrayna jî hat kirin.
Serokwezîrê Keneda jî wek berpirsyariya aloziya li rojhilatê Ukrayna xiste stûyê Rûsya û got, pêwîst e cezayên li ser Rûsya bihên zêdekirin, ji bo ku krîza Ukrayna bi dawî were.
Rûdaw
