• Tuesday, 17 February 2026
logo

Erka Kanadayê Di Şerê DAIŞê De Berfirehtir Dibe

Gulan Media March 24, 2015 Nûçe
Erka Kanadayê Di Şerê DAIŞê De Berfirehtir Dibe
Serokwezîrê Kanada Stephen Harper û Sekreterê giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, di civînekê de, behsa zêdekirina erkên Kanada di şerê li dijî DAIŞê de kirin.

Li gorî daxiyaniya serokatiya Kanadayê li paytexta Kanada Ottawayê, Stephen Harper û Jens Stoltenberg di civîna xwe de, behsa berfirehkirina erkên leşkerî yên Kanada di şerê li dijî DAIŞê de û krîza rojhilatê Ukrayna jî kirin.

Niha Kanada 69 leşkerên wê yên taybet li Başûrê Kurdistanê hene û perwerdeya leşkerî didin Hêzên Pêşmerge, herwiha 6 balefirên wê şer jî li Kuwêtê ne. Lê ev erka leşker û balefirên Kanadayê dê meha bihê biqede.

Heta niha Kanada tevlî êrişên hevpeymaniya navdewletî li dijî DAIŞê li Sûriyê nebûye, lê dibe ku ji niha û pê de ew tevlî êrişên li Sûriyê jî bibin.

Di civîna navbera Harper û Stoltenberg de, herwiha behsa şerê li rojhilatê Ukrayna jî hat kirin.

Serokwezîrê Keneda jî wek berpirsyariya aloziya li rojhilatê Ukrayna xiste stûyê Rûsya û got, pêwîst e cezayên li ser Rûsya bihên zêdekirin, ji bo ku krîza Ukrayna bi dawî were.

Rûdaw
Top