Netanyahû lêborîna xwe ji Ereban xwest
Netanyahû sêşema borî, di roja dengdanê de, bi rêya vîdyoyeke li ser rûpela xwe ya facebookê bang li alîgirên xwe kiribû ku dengê xwe bidin û wiha gotibû: “Hikûmeta rastgir di metirsiyê de ye. Dengdêrên ereb bi koman diçin bingehên dengdanê. Rêxistinên çepgir bi otobûsan wan dibin cihên dengdanê. Herin dengê xwe bidin, dengê xwe bidin Lîkûd!.“
Ji ber van gotinên xwe, Netanyahû bi tundî hatibû rexnekirin û bi taybetî ji aliyê Erebên Îsraîlê bi nijadperestiyê hatibû tewanbarkirin. Heta serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Barack Obama jî ev gotinên Netanyahû rexne kiribûn.
Li ser vê yekê Netanyahû xwe mecbûr dît ku daxuyaniyekê bide û diyar kir ku ew dizane ku van gotinên wî hinek hemwelatiyên îsraîlî û endamên civaka erebî-îsraîlî êşandine û diyar kir ku ti caran mebeste wî ne ev yek bûye û lêborîna xwe xwest.
Netanyahû di vê bareyê de ji televizyona amerîkî NBC re got ku ew şaş hatiye fêmkirin û ew “ne li dijî mafê dengdanê yê hemwelatiyên ereb e“ û wî tenê bal kişandiye ser “hewlên ji derve fînansekirî, ku armanca wan ew bûye ku partiya wi têkbibin.“
Di hilbijartinên sêşema borî de partiya Netanyahû “Lîkûd“ bû partiya yekemîn û Netanyahû wê cara çaremîn bibe serokwezîrê Îsraîlê.
Rudaw
