Artêşa Tirkiyê li dijî PKKê operasyon pêk anî
Duh li navçeya Şemrex ya Mêrdînê artêşa Tirkiyê operasyoneke berfire da destpêkirin.
Li gorî Serfermandehiya Artêşa Tirkiyê, ev operasyon “li dijî baregeh, çeper û imarên PKKê” yên li wê deverê hatiye kirin.
Di operasyonên de tîmên taybet, leşker û cerdevan beşdar bûn. Her wiha yekîneyên çekdar yên sivîl jî tevlî operasyonê bûne.
Operasyona li taxên Golikê, Xindiris û Birîniyê yên bajêr hat kirin.
Di operasyonê de her wiha gellek otomobîlên zirhî li derdora Şemrexê hatin bicihkirin.
Rudaw
