• Tuesday, 17 February 2026
logo

KCKê mercên xwe ji bo çekdanînê eşkere kir

Gulan Media March 24, 2015 Nûçe
KCKê mercên xwe ji bo çekdanînê eşkere kir
Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ragihand, heta dewleta Tirkiyê dest bi danûstandinan neke û qanûnên pêwîst dernexîne ew çekan deynanin. Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davûtoglu jî got, heta çek bi tevahî neyên danîn, ti gav nayê avêtin.


Hevseroka KCKê Besê Hozet, di hevpeyvînekê de digel televîzyona Med Nûçe, li ser banga Ocalan a çekdanînê û lidarxistina kongreyeke awarte got, heta hikûmeta Tirkiyê gav neavêje em ji bo danîna çekan kongreyê li dar naxin.


Besê Hozat diyar kir ku hikûmet divê dest bi danûstandinan bike her wiha rê bide komîteya çavdêriyê hevdîtinên ku li Îmraliyê bi Ocalan re tên kirin çavdêrî bike, qanûnên pêwîstî jî derxîne.


Hozat behsa nameyên ku Ocalan ji bo Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzaî û Serokomarê berê yê Iraqê Celal Talebanî şandibû, kir û got, di wan nameyan de Ocalan behsa çawaniya lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurd kiriye.


Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davûtoglu jî îro got, hedefa bingehîn a pêvajoya çareseriyê çekdanîn e lewma heta çek bi tevahî neyên danîn, ti gav nayê avêtin.


Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, di peyama xwe ya Newrozê de ku roja 21ê Adarê li Amedê hat xwendin, bang li PKKê kiribû û gotibû, kongreyeke awarte ji bo çekdanînê lazim û dîrokî ye.

Rudaw
Top