Demirtaş: Qelişîna nava AKP`ê ji bo Tirkiyê xêr e
Hevserokê giştî yê HDP'ê Selahedîn Demîrtaş agihand ku ew nîqaşên li nava AKP'ê destpêka dawiya AKP'ê ye, serketina Kobanê, helwesta zelal û biryardar a birêz Ocalan di mijara aştiyê de, ev qelişîn mezintir kir eve wê ji bo Tirkiyeyê bi xêr be.
Di hevdîtinekê li gel ajansa ANF de, Demîrtaş bal kişand ser nîqaşên di navbera Erdogan û rayedarên hikûmetê û rêveçûna pêvajoyê de û destnîşan kir ku ev nîqaş hemû destpêka dawiya AKP'ê ye û got: "Pêngavên HDP'ê, sekna tevgera azadiyê, serketina Kobanê, helwesta zelal û biryardar a Birêz Ocalan di mijara aştiyê de, ev qelişîn mezintir kir. Wê ji bo Tirkiyeyê bi xêr be."
Demirtaş ew yek jî aşkira kir û got: "Der heqê me de digotin 'parçe bûne. Qendîl, Îmrali, HDP ji hev cuda tevdigerin. Du meymûnan dilîzin'. Lê ew bi xwe ketin wê rewşê ku di nava xwe de parçe parçe bûne. Ev yek ji bo Tirkiyeyê bi xêr e."
Hevserokê HDP'ê da xuyakirin ku ew ji her demê bêhtir xwedî li pêvajoyê derketin û got: "Divê zext li hikûmetê bê kirin. Pêwîste dest ji pêvajoya çareseriyê bernede. Ji sedî sed divê Desteya Şopandinê biçe Girava Îmraliyê û tevlî nîqaşên bi hikûmetê re yên di çarçoveya 10 xalan de bibe."
Li dawiya axaftina xwe de Selahedîn Demirtaş teqez kir û got: "Divê em têkoşînê xurtir bikin. CHP jî di nav de pêwîste partiyên din jî xwedî li pêvajoya çareseriyê derkevin. Dem dema xwedîderketina li aştiyê ye."
Xendan
