Abdulah Gûl partiyek nû ava dike
Rawêjkarê berê yê serokomarê pêşîn yê Tirkiyê, nivîskarê di rojnameya Yenî Çaxê de, Ehmed Takan di nivîsa xwe de ragihandiye ku Abdulah Gûl dest bi xebata avakirina partiyeke nû dike.
Ehmed Takan, rawêjkarê berê yê Abdulah Gûl di rojnameya Yenî Çaxê de aşkira kiriye ku Serokomarê berê yê Tirkiyê Abdulah Gûl hewla avakirina partiyeke nû dike û xwe ji bo hilbijartinên 2019`an a serokomariya Tirkiyê amade dike.
Li gor nivîsa Takan, Abdulah Gûl her yek li Alî Babcan û Taner Yildiz û Hisên Çelîk erkdar kirine ku dest bi nivîsandina programa partiyê bikin ku tişta AKP nekiriye ewê bikin.
Her weha li gor nûçeyê cîgirê serokwezîrê Tirkiyê Bulent Arinç jî piştgîriya Abdulah Gûl dike bo avakirina partiyeke nû.
Hêjayî gotinê ye ku, her yek li serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan û serokwezîrê Ehmed Dawudoglu hewl dan ku Abdulah Gûl vegere nava siyaseta AKP lê navborî tu bersivek neda wan.
Jêder: Radikal
Xendan
