Ebdulmehdî: Desthilata “Defakto” nayê qebûlkirin
Wezîrê Petrolê yê Iraqê Adil Ebdulmehdî di nivîsekê de li ser rûpela xwe ya taybet a Facebookê îro, 24ê Adarê, ragihand ku “Nabê cografiya arîşeya yekalî ya kurdan be, lê divê têgeha berjewendiyê jî berçav bigrin. Divê wê yekê bizanin ku berjewendiya wan di nav hemû Iraqê de ye, ne tenê Kurdistanê.”
Adil Ebdulmehdî diyar dike jî ku, bila iraqî jî bizin ku berjwendiyên wan li Kurdistanê hene.
Derbarê mafên newteweyî yên kurdan de, Ebulmehdî dibêje: ”Nêrîna kurdan ya cûda li ser navçeyên cihê nakokiyê, petrol û parvekirina dahatan heye. Lê ewê din jî xweda nêrîn û helwestin.”
Wezîrê Patrolê yê Iraqê dibêje: “Nabe ti çareseriyeke bihêzê û bizor li ser ti aliyekî bê sepandin û hewla Defakto bê dayîn.”
Basnews
