Derbarê azadkirina Mûsilê de nêrîn Barzanî tê wergirtin
Serokerkanê Wezareta Pêşmerge Cemal Mihemed îro, 24ê Adarê, ji BasNewsê re ragihand ku, komîteya bilind a leşkerî di navbera Herêma Kurdistan û Iraqê de li ser civînên xwe berdewamin “Ji ber ku gelek cih hene, pêwîstiye hevahengî ligel Pêşmerge li wan hebe” li derdora Mûsilê.
Cemal Mihemed da zanîn ku “Ti civînek bêyî nêrîna Barzanî nayê encamdan, ew ferman li ser naveroka civînan dide.”
Li gor zanyariyên BasNewsê jî, dê şandeke leşkerî ya pilebilind ji Bexdayê serdana Hewlêrê bike, dê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bicuve, da ku nêrîna wî li ser proseya azadkirina Mûsilê werbigire.
Roja 9ê Hezîrana sala 2014an çekdarên DAIŞê bajarê Mûsilê girtin, niha jî amadekariyên dawî ji bo destpêkirina proseya azadkirina wî bajarî tên kirin.
Basnews
