• Tuesday, 17 February 2026
logo

Şerekî giran navbera YPG û DAIŞê diqewime

Gulan Media March 24, 2015 Nûçe
Şerekî giran navbera YPG û DAIŞê diqewime
Li rojavayê Serêkaniyê şerekî giran di navbera şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û çekdarên rêxsitina DAIŞê de diqewime.

Li gor zaniyariyên Rûdawê, şer ji duhî bi şev ve li rojavayê Serêkaniyê li gundê Til Xenzîrê di navbera hêzên YPGê û çekdarên DAIŞê de berdewam dike.

Çavkaniyên Rûdawê diyar kirin ku şer piştî wê yekê qewimî ku çekdarên DAIŞê êrişî şervanên YPGê li Til Xenzîrê kirin.

Ji aliyê din ve YPGê derbarê şer û pevçûnên li Kobanî û Til Temir de daxuyaniyek weşand.


Di daxuyaniyê de li ser şerê herêma Kobanî hat gotin ku êrişên DAIŞê yên ku li hemberî gund û deverên derdora Qereqozaxê li başûr rojavayê Kobanî hatibûn destpêkirina, duh tevahiya rojê berdewam kirin. Piştî pevçunên dijwar hemû êriş hatin şikandin.

Rudaw
Top