• Tuesday, 17 February 2026
logo

Keşeyê alman: Çekdarkirina Kurdan mecbûriyek e

Gulan Media March 23, 2015 Nûçe
Keşeyê alman: Çekdarkirina Kurdan mecbûriyek e
Serokê Şêwirmendiya Dêra Evangêlîk ya Almanyayê (EKD), keşe Bischof Bedford-Strohm ragihand ku, çekdarkirina Kurdan mecbûriyek e.

Keşe Bischof Bedford-Strohm li ser mijara şandina çekan ji bo pêşmergeyan ji kovara almanî DER SPIEGEL re axivî û diyar kir ku ji bo parastina mirovên bi kuştin û tundiyeke hovane re rûbirû, di rewşeke wisa de ti rêyeke din ji bilî çekan tine.

Keşe Bischof Bedford-Strohm piştgirî da şandina çekan ji Almanyayê bo pêşmergeyan û got: “Bikaranîna tundiyê hertim sûc jî bi xwe re tîne û ew çek rojekê wê bikevin destên kê ew jî ne diyar e. Lê ji bo parastina mirovên bi kuştin û tundiyeke hovane re rûbirû, di rewşeke wisa de ti rêyeke din tine.“

Keşe Bischof Bedford-Strohm diyar kir heta ku Neteweyên Yekbûyî bi erkê xwe yê parastinê ranebin, ji bilî şandina çekan ji bo pêşmergeyan wê rêyeke din tine be û bi bîr anî: “Ji ber ku şervanên wan tena şervan bûn ku nehiştin gundên mesîhiyan bi temamî bikevin destên DAIŞê.“

Meshebê Êvangêlîk duyemîn mezintirîn meshebê xiristiyanî ye li Almanyayê û 23.5 milyon kes li Almanyayê ser bi Dêra Êvangêlîk tên hejmartin.

Rudaw
Top