• Tuesday, 17 February 2026
logo

Di pêvajoya çareseriyê de mijarek girîng

Gulan Media March 23, 2015 Nûçe
Di pêvajoya çareseriyê de mijarek girîng


Hikûmeta AKP'ê madeyên “paketa ewlehiyê" hewl dide ku vê hefteya di meclîsê de bike qanûn. Tevgera kurd jî nêzîkatiya “Heke hikûmet wekî Erdogan nafikire divê di pakete dê israr neke” nîşan dide.

Paketa ewlehiyê” ya ku ji aliyê raya giştî ve wekî “qanûna polîsan” tê pênasekirin a ji 132 madeyan pêk tê ji wan 63 made paşve hatin kişandin û 69 made jî ligel hemû nerazîbûnên muxalefetê beriya hilbijartinan ji aliyê îxtidarê ji meclîsê hate derbaskirin û li benda qanûnbûnêbûne ye.

Her çiqas 63 made bi awayeke di raya giştî de wekî “ji ber nerazîbûnên raya giştî paşve hatine kişandin” têgehek hate xwestin bê afirandin jî AKP di pêşnûmeyê de madeyên ku ji bo xwe krîtîk in ji meclîsê derbas kir û gihîşt armanca xwe.

Ligel ku ji 132 madeyên paketê 63 made paşve kişandibe jî hikûmetê 69 madeyên ku qebûl ji meclîsê derbas kiriye hedefe xwe pêk anîn. Heke hikûmet van madeyên ku di meclîsê de hatine qebûlkirin bi vî rengî bike qanûn dibe ku pêvajoya çareseriyê bikeve xetereyê û di heman demê de di navbera Erdogan û hikûmetê de cudakirina “yên ku çareseriyê dixwazin û yên ku naxwazin” jî dê bê dîtin ku helwdaneke xapandina raya giştî ye.

Tevgera kurd jî nêzîkatiya “Heke hikûmet wekî Erdogan nafikire divê di pakete dê israr neke” nîşan dide.

Xendan
Top