• Tuesday, 17 February 2026
logo

Di pêvajoya çareseriyê de mijarek girîng

Gulan Media March 23, 2015 Nûçe
Di pêvajoya çareseriyê de mijarek girîng
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bersiva gotina Selahattin Demîrtaş a “Tu zilamek bi tenê ye û tu dê wisa biminî.” da û got xwe bizane, hedê xwe bizane û dudana xwe bizane.

Erdogan li Serokomeriyê hevdîtineke ligel muxtaran pêkanî û pêvajoya çareseriyê nirxand.

22yê Adarê li Newroza Stenbolê Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selattin Demîrtaş ji Erdogan wiha gotibû: “Tu zilamek bi tenê ye û tu dê wisa biminî.”

Li Ser wan gotinên Demîrtaş Erdogan jî îro wiha got: “Ez serokê komarê me. Ez Serokê wî miletî me. Gotinek a mezinên me heye, ` Tu zilamek bi tenê ye û tu dê wisa biminî.` Lê cem wan yekê jî nîne.”

Erdogan herwiha derbarê pêvajoya çareseriyê de jî wiha got:

"Heta çek hebin, aştî çênabe. Piştî ku çendîn caran soz hatin binpêkirin, pêbawerî nema, heta em gavên berbiçav nebînin, em nikarin pêş de herin."

Serokomar Erdogan wiha domand: "Piştî ku dewletê pirsgirêk qebûl kirin û ji bo çareseriyê dest hewildanê kir, wateya têgeha pirsgirêka kurdan nema. Wexta ku min got ' pirsgirêka kurdan tuneye', ev gotin şaş hat fêmkirin û li gor xwe şîrove kirin. Lêbelê gotina min eşkere ye. Li Tirkiyeyê êdî pirsgirêka kurdan tuneye, pirsgirêkên birayên min ên kurd hene."

Serokomar Erdogan got,li Tirkiyeyê êdî pirsgirêka kurdan tune ye, pirsgirêkên birayên min ên kurd hene û wiha pê de çû:

"Te bêjî qey li Tirkiyeyê ji bilî pirsgirêka kurdan pirsgirêkekî din tune ye. Hemû alî, radibin rûdinên ser vê meseleyê dipeyivin. Ev hewl nîşan dide ku dixwazin welatê perçe bikin. Ev cudaxwazî ye."

Erdogan anî ziman, şi dibe bila bibe, ewê ji bo pêvajoya çareseriyê bigihê armanca xwe hewl bide.

Rudaw
Top